Cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Tolhildan hate veşartin

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Tolhildan bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Tolhiltan ku di şerê Til Elo de birîndar bûbû û 20’ê Îlonê li nexweşxaneyekî Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû wergirtin, bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn bi dirûşme, tilîlî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên gelê Kurd hate pêşwazî kirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist. 

Fermandara YPJ’ê Kurdistan Xêrkî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got; “ Şehîd Evîn ji Dêrikê heta Efrînê cihê xwe di eniyên şer de girt. Ji hemû laşê xwe birîndar bûbû. Lê îradeya wê xurt bû. Tu car teslîm nebû. Têkoşîna xwe berdewam kir û di oxira wê de gihaşt asta şehadetê."

Piştre hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ebîd axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ebîd di axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Evîn efsaneya serdemê ye û bê teredud cihê xwe di eniyên pêş de di hemû şeran de digirt.

Nasnameya şehadetê ya şehîd Evîn hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Malbatê jî soza şopandina rêya şehîdan da û diyar kirin ku heta rizgarkirina tevahî xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê wê têkoşîna xwe bidomînin.

Girseya gel cenazeyê şervana YPJ’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.