Li Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê Salih hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Salih ê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Girê Spî li Şehîdgeha Şehîd Mehmûde bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Salih ê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Girê Spî li Şehîdgeha Şehîd Mehmûde Time bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê Salih bi girseyî û konvoyekê heta Şehîdgeha Mehmûd Time birin.

Li Şehîdgehê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Zozan Bercez, Rêveberê Meclîsa Kantona Girê Spî Sebîrî Nebo, ji Fermandarên QSD’ê Ebû Salih El-Hindawî û Rêvebera Kongreya Star Dîlan Hesen axivîn.

Piştî axaftinan û şûnde nasanameya Salih hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehdî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.