Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê El Hemdî spartin axê

Cenazeyê endamê Hêzên Hundirîn Salih El Hemdî yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Til Koçerê bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, navçeyên wê Girkê Legê û Til Koçer, şervanên YPJ, YPG û Hêzên Asayîşê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Salih El-Hemîd ê ku di Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bibû bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a navçeya Til Koçer spartin axê.

Kerwanê merasîmê ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê bi ber Goristana Şehîdan a navçeya Til Koçerê bi rê ket.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre endamê Hêzên Asayîşê Mihemede El-Casim axivî û got: "Şehîd Salih xeta hevalên xwe şopand û soza ku dabû gel û şehîdan pêk anî. Silavên şoreşgerî ji bo kesên ku berdêlên giranbuha dane vî welatî, berdêlên jiyaneke azad û birûmet pir giran e."

Hevserokê Desteya Şûnwar û Parastina Hawirdorê Hisên El-Elî jî di merasîm de axivî û got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne, her wiha pêşengehên me yên ber bi serkeftinê û demokrasiyê ne, ji ber ku bi benda xwe zilmê li ser gelan radikin û azadiyê pêk tînin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.Malbata şehîd jî soza şopandina xeta şehîdan dan.

Derbestê şehîd di nava dirûşme û tilîliyan spartin axê.