Nasnameya sivîlên ku weke 'şervanên YPG'ê' hatibûn ragihandin, eşkere bû

ANHA’yê nasnameya sivîlên ku dewleta Tirk weke ‘şervanên YPG’ê’ ragihandibû, eşkere kir.

Dewleta Tirk a dagirker serê meha Îlonê 9 sivîlên ku bi îdîaya şervanên YPG’ê ne revandîbû, derket holê ku kesên hatine revandin welatiyên gundê Omera yê navçeya Mabeta a Efîrînê ne.

Dewleta Tirk a dagirker serê meha Îlonê ragihandibû ku li Efrînê 9 şervanên YPG’ê girtine û birine Tirkiyeyê. Di çapemeniya Tirk de ev bûyer weke nûçeya lezgîn hatibû ragihandin û wêneyên kesên hatine revandin hatibûn weşandin.

Fermandariya YPG’ê piştî bûyerê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku kesên hatine revandin sivîlin û tu têkiliya wan bi hêzên wan ve re nîne.

Derkete holê ku kesên hatine revandin sivîlên gundê Omera ya navçeya Mabata ya Efrînê ye û tu têkiliyên wan bi YPG‘ê re tuneye.

Navê sivîlên hatine revandin wiha ne;

Fîras Fayîq Kelkawî

Hemûdê Xelosî Cafer

Îbiş Mihemed Miho

Mesûd Mecîd Kelkawî

Cengîz Mustefa Nesan

Ehmed Mihemed Îbiş

Reşîd Sebrî Meho

Idrîs Mustefa Nesan

Hisên Ehmed Kelkawî.