Arteşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê Êzîdiyan direvînin

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê, li gundê Qîbarê Êzidiyên ku li zeviyan dixebitîn revandin.

Li gundê Qîbarê ya bi ser navenda Efrînê, gelek Êzîdiyên ku diçûne ser erdên xwe yên zeytûnan û gelek jin jî di nav wan de bûn ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin revandin.

Diyar bû ku navê jineke ku hatî revandin Hemîde Şêx Henan e.

DAR ŞEWITANDIN

Jêderên xwecih diyar kirin leşkerên Tirk û çeteyên wan darên li girê bajaroka Meydankê ya Şerayê şewitandin. Hate gotin çete nahêlin ku şewat were tefandin.

Hêzên dagirker beriya niha jî darên Çiyayê Hawarê û zeviyên çandî şewitandibûn.