Li Idlibê çeteyên HTŞ'ê û Nureddîn Zengî bi hev ketin

Li Idlibê di navbeyna Heyet Tahrîr el-Şam û çeteyên Nureddîn Zengî de, ku yek ji pêkhateya 'Eniya Rizgariya Netewî' ye û di bin nîrê Tirkiyê de ye, şer derket.


Li Idlibê di navbeyna Heyet Tahrîr el-Şam û koma çete Nureddîn Zengî de, ku bi nîrê Tirkiyê ye beriya bi çend saetan şer derket. Jêderên herêmê dibêjin  kome çete ya bi navê Nureddîn Zengî li navçeya Daret Îzze ya Idlibê 3 kes ji çeteyên Heyet Tahrîr el-Şam revandin û birin cihekî nediyar û ji ber ê şer derket.
Jêderên herêmê gotin piştî ku rageşiyê dest pê kir ji Efrînê gelek çete bi hawara Nureddîn Zengî ve çûne, îstîxbara Tirk li Idlibê beşek ji gel li dijî Tahrîr el-Şam derxistine kuçeyan.
Ji ber vê bûyera li Daret Îzzeyê di navbeyna du komên çete de şer derket. Çeteyên el-Şamê ji 2 kes ji çeteyên Nureddîn Zengî kuştin, şer vê gavê sekiniye.
Detpêka 2017'an dema hevdîtinên Astana de yên bi garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê dest pê kirî,  Heyet Tahrîr el-Şam ku bi pêşengiya Cephet El Nusra ava bûyî, li dijî hevdîtinên Astana derket, ev rêxistin her wiha di lîsteya terorê ya DYA û Rûsyayê de ye. Cotmeha 2017'an artêşa Tirk ku propaganda kirî û gotî, 'em operasyonê li Idlibê dikin' 8'ê Cotmehê li gel çeteyên Tahrîr el-Şam kete Idlibê. Piştî operasyona li Idlibê kete rojevê û di encama bazarên bi Rûsyayê re, 31'e Tebaxa 2018'an Tirkiyê jî Tahrîr el-Şam kire nav lîsteya terorê.
Tûgayên Nureddîn Zengî bi hinceta şerê di navbeyna wan de ji çeteyên Tahrî el-Şam veqetiya, ku çeteyên Nureddîn Zengî di avakirina Tahrîr el-Şam de cih girtibû.
Koma Nureddîn Zengî ku niha bi temamî di bin nîrê dewleta Tirk de ye, di nav 'Eniya Rizgariya Netewî' de cih digire, ku ev 'Enî' ji 11 komên çete pêk tê û 1'ê Tebaxa 2018'an hate avakirin.
Van çeteyan peymana di navbeyna Erdogan û Putîn de ya 17'ê Îlonê li Soçî ya Rûsyayê pêk hatî nas kirin lê gotin ew ê çekan bernedin. Tahrîr el-Şam jî hê li ser vê mijarê daxuyanî nedaye.