Şervanên QSD'ê ketin gundê El Sefaqine

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina Şerê Terorê’ de li eniya El Sûse ketin gundê El Sefaqiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî pêşveçûn û bûyerên dawî yên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li bejahiya Dêra Zorê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me li eniya El Sûse, ketine gundê El Safaqiye û gelek nuqte ji destê çeteyên DAÎŞ’ê derxistine. Li gund şer dom dike û hêzên me bi pêş ve diçin.

Li aliyê din tîmên pispor li nava gund bermayên çeteyan paqij dike.