Pêngava Bagera Cizîrê: 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand di Pêngava Bagera Cizîrê de, di şerê, ‘qedandina terorê de’ 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand di Pêngava Bagera Cizîrê de, di şerê, ‘qedandina terorê de’ 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê li dijî çeteyên DAÎŞ`ê ya bi çarçoveya pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê qedandina terorê" de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"1- Li derdora Baxozê di navbera şervanên me û terorîstên DAÎŞ`ê de şer derket. Şervanên me erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAÎŞ`ê beriya ku bigihîje armanca xwe teqand û nêzî 1 kîlometre bi pêş de ketin. Her wiha nuqteyên xwe çêkirin û gelek terorîst kuştin.
Her wiha terorîstên DAÎŞ`ê ji gelek aliyan ve êrîşî nuqteyên şervanên me kirin. Di encamê de şer di navbera şervanên me û çeteyên terorîst de derket û gelek çete hatin kuştin.
Balafirên Koalîsyona Navdewletî jî navendên terorîstan kirin hedef.
2- Li derdora Hecînê piştî şerê bi terorîstan re şervanên me 600 metre bi pêş de ketin. Gelek noqteyên xwe ava kirin. Gelek çete hatin kuştin. Erebeyek û çend motorsîklêt ku çeteyan di çûn û hatina xwe de bi kar dianîn, hatin rûxandin.
Şervanên me gelek çek û cebilxane desteser kirin.
Tîmên leşkerî yên taybet mayinan radikin û herêmê ji mayinên ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ`ê ve hatine danîn, paqij dikin.
Her wiha balafirên Koalîsyona Navdewletî erebeya bombebarkirî ku amade bû were teqandin, rûxand, her wiha gelek navendên bicihkirina terorîstan jî rûxandin.
3- Bîlançoya şer:
- 19 noqte hatin avakirin.
- 49 terorîst hatin kuştin.
- Zerarên ku gihaştin terorîstan: 4 erebe, 3 motorsîklêt, 7 navendên terorîstan û di nav de avahiyeke fermandariya terorîstan û 2 baregehên çek û cebilxaneyê hatin rûxandin.
- 17 derbeyên balafirên Koalîsyona Navdewletî li dijî terorîstan pêk hatin.
- 6 sandoqên cebilxaneyê û çekeke doçka (23) ketin destê şervanan.
- 8 mayin hatin rakirin."