YPJ: Em ê şopdarê rêya hevrê Evîn bin

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê nasnameya şervana xwe ragihand  ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûbû û di nexweşxeneyekî Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Evîn Tolhildan di 20’ê Îlonê de şehîd bûye.

YPJ’ê têkildarî şehadeta Evîn Tolhildan ev agahî parve kir;

“Şoreşa gelan ya Bakûrê Sûriyê, bi ked û fedekariya şehîdan hate avakirin. Şehadeta her hevalekê/î ji bo me ferman e ku em xewn û xeyalên azadiyê pêk bînin. Hevrê Evîn Tolhildan, ji bo gîhandina azadiyê ked û fedekariyeke mezin da û heta dawî têkoşiya. Wê bi vîna xwe ya mezin, di dilê tevayî hevalan de cihê xwe çêkir. Em ji ber şehadeta hevrê Evîn, xemgîniya xwe tînin ziman û di serî de ji malbata wê, malbatên şehîdan û gelê meyî welatparêz re sersaxî dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin.  Heval Evîn, ji bajarê Efrînê bû. Sala 2012’an beşdarî nava refên YPJ’ê dibe.

 Heval Evîn, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di temeneke biçûk de dibe xwediyê lêgerînên azadiyê. Piştî pêla şoreşê li tevayî Rojavayî Kurdistanê belav bû ew jî weke gelek keçên ciwan yên Rojavayî Kurdistanê, berê xwe da, nava refên şoreşê. Ji bo di nava qadên herî pêş yê şoreşê de cihê xwe bigire, bi temenê ciwantî biryara tevlîbûna nava YPJ’ê dide.

Heval Evîn, heya kêliya xweyî dawî bi awayeke çalak cihê xwe di nava tekoşînê de digire. Bi dilgermî, bi ruhê ciwantî, bi sekneke saxlem û bi xeyala ew jî bibe, şervanek jêhatî û dilpak ya gelê xwe û mirovahî têkoşiya.  Heval Evîni sala 2013’an  beşdarî şerê li hemberî çeteyên ‘Cebhet El nusra’ yê li Til Elo qewimî bû dibe. Di wê şerî de bi awayeke giran birîndar dibe. Demeke dirêj e, ji ber rewşa birîndariyê hem tedawî didît û hem jî di qada xebatên tendûristiyê de li ser karên tendûristiya hevalan disekinî. Bi berpirsyartiyek mezin heta dawî xizmeta gel û hevrêyên xwe kir. Tevî ku ev çend sal e di bin venêrîna doxtoran de tedawî didît jî lê ji ber birîndariya wê giran bû nehat xilaskirin. Herî dawî rewşa heval giran bû, li ser esasê biçe tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li wir tevî mudexelayan şehîd bû.

Hevrê Evîn heta kêliyên dawî bi girêdan û baweriyeke bê dawî tekoşîn kir û gihêşt mertebeya şehadetê.     Careke din em heval Evîn bîr tînin, ji malbata wê, malbatên şehîdan û tevayî gelê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê re sersaxî dixwazin û dibêjin em ê di şopa şehîdan de heta dawî tekoşîna xwe berdewam bikin. 

Nasnameya hevala me wiha ye;

Nasnav: Evîn Tolhıldan

Nav û Paşnav:  Elmas Mıhemed

Navê Dayik: Fadile

Navê Bav: Hiznî

Cih û Dîroka Tevlîbunê: Efrîn / 2012’an

Cih û Demê Şehadetê: 20’ê Îlona 2018’an "