YPG: Çeteyê Ehrar Şerqiye û leşkerekî Tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiyên 25-26’ê Îlonê yên li navçeya Reco ya Efrîn û navenda Efrînê de çeteyekî Ehrar Şerqiye û leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin.

YPG’ê ragihand ku di çalaiya sekvanî ya 25’ê Îlonê ya li navenda Efrînê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker ê bi navê Alî Okar hatiye kuştin û di çalaiya 26’ê Îlonê ya li gundê Goliya ya navçeya Reco ya Efrînê de jî çeteyê bi ser koma Ehrar Şerqiye hatiye kuştin û çeka wî hatiye desteserkirin.

Navenda YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê de hêzên wan li navenda bajarê Efrînê û navçeya Raco li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê çalakiyên bi bandor didomînin. Di vê çarçoveyê de:

“Di roja 25’ê Îlonê de yekîneyek me li navenda bajarê Efrînê li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerê Tirk yê bi navê Alî Okar hate kuştin.

Di roja 26’ê Îlonê de yekîneyek me li dijî çeteyên koma bi navê Ehrar Şerqiye, li ser rêya gundê Goliya ya navçeya Raco çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û çeka wî hate desteserkirin.”