Li eniyên şer ên Dêra Zorê şer û jiyan!

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina şerê Terorê’ bi hemû leza xwe dom dike. Şervanên YPJ’ê yên di pêngavê de cih digirin diyar kirin ku bi biryardarî bi pêş ve diçin û amade ne de ne ji bo rizgarkirina gelê Dêra Zorê şehîd bibin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa dawî berdewam dike. Şervanên YPJ’ê yên ku li eniyên pêş ên şer cihê xwe didirin bi şer û rewşa jiyana xwe mohra xwe li pêngavê didin.

Şervana YPJ’ê Viyan Nisêbîn diyar kir ku weke şervaneke YPJ’ê cihê xwe di pêngavê de girtine. Nisêbîn destnîşan kir ku bi biryardariyeke xurt bi pêş ve diçin û rojane cihên stratejîk ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar dikin. Şervana YPJ’ê Nisêbîn got: “Ev pêngav wê dawiya çeteyan bîen, ji şêwazê taktîkên wan ên wesayîtên teqemenî û întixarî dide nîşandan ku lewaz bûne.

Nisêbîn bal kişand ser jiyana rojane ya li eniyên şer û wiha pêde çû: “Em li eniyên pêş ên pêngavê tenê şer nakin. Her wiha xweperwerdekirin û di heman demê de ji bo avakirina jiyaneke nû jî têkoşîn didin. Em hêza xwe ji bîrdoziya xwe digirin.”

Şervana din a YPJ’ê Diljîn Mêrdîn a cihê xwe di pêngavê de digire jî behsa şert û mercên jiyan û şer kir û got: “Li eniyên pêş ên şer li gel şerkirinê jî jiyana rojane bi rêk û pêk dikin. Li gorî derfetan pirtûkan jî dixwînin. Her wiha li eniyên pêş ji bo moral jî em weke şervanên YPJ’ê girîng dibînin. Her wiha li nava şer xwe perwerde jî dikin. Armanca me rizgarkirina gelê Dêra Zorê ye. Di oxira vê de amade ne şehîd jî bibin.