Çeteyên Tirk li Efrînê sivîlek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê Mihemed Îbrahîm ê 50 salî ku 6 zarokên wî hebûn bi êşkenceyê qetil kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê roja 14’ê Gulanê Mihemed Îbrahîm (50) yê bavê 6 zarokan û ji gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê dema li zeviya xwe kar dikir ji aliyê çeteyan ve hate derb kirin. Îbrahîm piştî derbên çeteyan mir.

Li aliyê din nûçeyên revandina sivîlan ji herêmê tên. Dîsan li gorî nûçeya ANHA’yê Mihemed Ehbed Birîm (33), Abdo Mihemed (25) û Tahir Şahîn ên sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Hate ragihandin ku çete ji malbatan fîdye dixwazin.