Li Qamişlo greva birçîbûnê bi dawî bû

Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Kantona Cizîrê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe bi dawî kirin.

Çalakgerên greva birçÎbûnê yên li Kantona Cizîrê têkildarî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyanî dan.

Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî ji aliyê rêveberiya Kongra Star Welîda Birahîm û rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Em berxwedana Leyla Guven û hevalên wê ya ji bo şikandina tecrîdê pîroz dikin û em dibêjin ey dîrok tu yê ji bo berxwedaniya me her dem zindî be, me bi vê berxwedaniya xwe ji dinyayê re eşkere kir ku bê felsefeya Netewa Demokratîk jiyan û azadî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabe. Dibe ku hemû cîhan baş bizane ku mifteya çareserî û demokratiyê li Imraliyê ye. Em ji wekî berxwedêrên gravê ku ev deh roj in ji bo şikandina tecrîdê li ber xwe didin, em dibêjin ku berxwedana me ya bi pêşengtiya Leyla Guven gihişte encama xwe. Em jî vê berxwedanê li hemû hevalên di greva birçîbûnê de pîroz dikin , em jî wekî çalakvanên kantona Cezîrê çalakiya xwe bi dawî dikin. Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê çalakiyên me bidomin.”