Cenazeyê Xelîl ê dewleta Tirk û çeteyên wê revandibû hate dîtin

Cenazeyê Reşîd Hemîd Xelîl ê li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû revandin, li ser rêya gundê Qestel Cindî yê hate dîtin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê cenazeyê welatiyê bi navê Reşîd Hemîd Xelîl li ser rêya gundê Qestel Cindî yê navçeya Şerayê kuştî hate dîtin û şopên êşkençeyê lê hebû. Malbatê cenaze li nexweşxaneya sivîl a bajarê Efrînê teşxîs kir.

13’ê gulanê welatiyê bi navê Reşîd Xelîl, li gel welatiyê bi anvê Şerfedîn Seydo û tevî kurekî wî yê astengdar ê 9 salî Mehmed dema pêdiviyên xwe ji bajarê dikirîn, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn revandin.

Çavkaniyan diyar kiribû ku çeteyan gef li malbatên wan xwarin ku heger 100 hezar dolar fîdeyê nedin wê zarokên wan bikujin û cenazeyên wan jî bavêjin çerxereya bajarê Ezazê.

Reşîd Hemîd Xelîl bavê 3 zarokan li Cindirêsê di guhertina parçeyên wesayît û motorsîklêtan de dixebitî.

Beriya du rojan jî çeteyên dîmenekî Şerefedîn Seydo ji malbata wî re şandibû. Di demên şopên çşkenceyê li bedena wî xuya bû û bang li malbata xwe dike ku hemû milkên li Efrînê bifoşînin û pereyan ji çeteyan re peyda bikin, da ku bê berdan.

Heta ti agahiyek ji Şerefedîn Seydo û kurê wî Mihemed nehatiye girtin.