Koçberên li Kampa Holê vedigerin warên xwe

Koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Kampa Holê diman wê roja Şemiyê û şûnde vegerin cih û warên xwe.

Bi armanca şopandina rewşa koçberên li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û pêkanîna biryarên Komxebata Eşîran a li navçeya Eyn Îsayê ku yek jê jî vegera koçberên Sûriyê yên li kampa Holê bû.Heyetek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Holê kir.

Heyet ji Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, cîgirên Hevserokatiya rêvberiyê Îlzabêt Gewriyê û Emîne Osê û nûnerê kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed pêk hat. Heyet ji hêla Hevseroka Kampên Kantona Hesekê Macîde Emîn, nûnera kampa Holê Hemrîn Hesen û şêwirmendê kampên Herêma Cizîrê Rojhat Elî ve hatin pêşwazîkirin.

Li kampê, civîneke berfireh di navbera heyetê û Rêvberiya Kampê de hate lidarxistin. Herdu aliyan li hev kirin ku zarok û jinên koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerin warê xwe .

Vegera koçberên di çarçoveya biryarên ku di Komxebata Eşîryan de ya 3‘yê Gulanê li navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin, pêk tê ku koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî herêmên wan ji aliyê QSD‘ê ve ji bermahiyên şer bêne paqijkirin dikarin vegerin warê xwe.

Biryara vegera koçberan li herêmên xwe dê roja Şemiya bikeve meryetê.