Dayikên şehîdan ên Efrînê: Em ê bi hev re tecrîdê hilweşînin

Dayikên şehîdan ên Efrînê xwedî li berxwedana li dijî tecrîdê derketin û ji dayikên berxwedêran re gotin, "Em ê bi hev re tecrîdê hilweşînin."

Dayikên şehîdan ên Efrînê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşa polîsên Tirk ên li dijî dayikên berxwedêrên greva birçîbûnê dan. Der barê mijarê de dayikên Efrînî ji ANF'ê re axivîn û ji dayikên berxwedêran re gotin, "Em ê bi hev re bi ser bikevin."

Dayika şehîd Gerzan, Emil Qehreman çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got, "Em; dayikên şehîdan, hevalên ku ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê silav dikin. Her wiha em berxwedana dayikên berxwedêran pîroz dibînin. Ji ber wê jî em; dayikên şehîdan ên Efrînê,  em ê bi tundî li hemberî faşîzmê bisekinin. Bila qet kes nabêje ku ew li Bakur in û yên din jî li Rojava ne. Em dayikên Kurd bi yek destî û bi yek dengî em ê daxwaza zarokên xwe pêk bînin ku Rêber Apo azad bikin û Kurdistaneke demokratîk ava bikin."

Dayika şehîd Elî û Bîrhat, Şaziya Ibrahîm çalakiya greva birçîbûnê silav kir û got, "Bila polîsên dewleta Tirk û hemû cîhan jî baş bizanibe ku êşkenceyên fîzîkî û derûnî nikarin dayik ji zarokên xwe qut bikin. Ji ber wê jî em weke dayikên Efrînê bi yek dengî bangî dayikên çalakvanan dikin ku çi dibe bila bibe bila dest ji zarokên xwe bernedin. Her wiha çiqas li ber wê zîndanan li ber xwe bidin wê serketin para wan û zarokên wan be."

'HÛN JI JINTIYA XWE DERKETINE'

Şaziya Ibrahîm da xuyakirin ku polîsên jin ên dewleta Tirk ji jintiya xwe derketine û wiha got: "Em ji polîsên jin ên ku li dayikan dan û bi zorê dibirin zindanan û êşkence dikin dibêjin ku 'hûn ji jintiya xwe derketine', ji ber ku bi awayekî hov hûn nêzî dayikan dibin. Her wiha ger jin in bi wê rengê qirêj nêzî jinan nedibûn ji ber wê jî em wan şermezar dikin û ji wan re dibêjin vegerin jintiya xwe. Eger hûn dayik bin bihizirin ku çiqas zarokên wan li gel wan giranbuha ne, zarokên wan dayikan jî giranbuha ne."

'BANGA ÇALAKGERAN REWA YE'

Şaziya Ibrahîm di berdewamiya axaftinê xwe de teqez kir ku banga çalakgeran ji bo şikandina tecrîdê rewa ye û wiha domad: "Di dîrokê de nehatiye nivîsandin ku li hemberî zilmê  mirov kêlî bi kêlî bi mirinê re bijî. Lewma dema dayik dibêjin em naxwazin cenazeyên zarokên me ji zindanan derkevin û bangawaziya zarokên me rewa ye ku tecrîd li ser Rêber Apo were rakirin. Bi rastî rewa ye. Ji ber ku eger tecrîd li ser Rêber Apo neyê rakirin û her hefteyekê parêzerên rêbertî neçin serdana wî, aştî belav nabe ji ber ku fikir û felsefeya Rêber Apo li ser  bingeha demokrasî, wekhevî û biratiya gelan e."

'TECRÎD WÊ BI DAWÎ BIBE'

Di dawiya axaftin xwe de bangî hemû Kurdistaniyan kir ku xwedî li dayikên xwe derkevin û xwesteke çalakvanan pêk bînin û wiha domand: "Banga me ne tenê ji dayikên girtiyan re hene, banga me ji hemû dayik, keç û xortên li Bakur hene, bêdengiya xwe li hemberî vê zilmê nîşan nedin, heyanî kengê hûn ê di bin zilm û zorê de bin. Dayikên girtiyan têne êşkencekirin, sibe dayikên din jî wê werin êşkencekirin. Ji ber wê jî bila hemû gel bi dayikên girtiyan re di nav çalakiyan de bin û xwesteke çalakgeran pêk bînin û serok Apo ji zindanê derxînin."

Di dawiyê de dayîka Şehîd Mihemed, Melek Eloş û dayîka şehîd Caxurt, Esiye Ebdo axivîn û teqez kirin ku wê bi berxwedana dayikan Rêber Apo azad bike û Kurdistaneke demokratîk ava bike.