Kongra Star: Têkoşîna me gihîşte armanca xwe

Konga Star a herêma Efrînê ji bo xwedîderketina li grevê birçîbûnê kon vedabûn, bi daxuyaniyekê ragihand ku têkoşîna wan gihiştiye armanca xwe û çalakî bi dawî kirin.

Kongra Star a herêma Efrînê ji bo xwederketina li grevê birçîbûnê û rojiya mirinê li navçeya Edres a Şehbayê kon vedabû. Kongra Star îro piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî bi dawî kir û ragihand ku têkoşîna wan gihiştiye armanca xwe.

Di daxuyaniyê de hemû çalakgerên greva birçîbûnê hatin silavkirin û wiha hate gotin; “Têkoşîna me gihişt armanca xwe. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê rêzeçalakiyên cudatir li dar bixin.”