Li Til Temir motorbisikleta bi bombe hate teqandin
Li komuneke navçeya Til Temir a Hesekê, motorbisikletek hate teqandin a ku bombe lê hatibû pêçandin. Di teqînê de tiştek bi kesî nehat.
Li komuneke navçeya Til Temir a Hesekê, motorbisikletek hate teqandin a ku bombe lê hatibû pêçandin. Di teqînê de tiştek bi kesî nehat.
Li nêzî komuna Şehîd Demhat a li deriyê başûr ê Til Temir, li ser rêya navneteweyî ya Helebê teqînek pêk hat.
Êrîşkarek bi motorbisikletê xwest têkeve navçeyê û dema ku ew hate dîtin, saet di 12.30’an de li pêşiya komunê motorbisiklet teqand.
Hate diyarkirin ku di teqînê de tiştek bi kesî nehatiye.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî û Hewariyê çûn cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.