YPG: Hevrêyê me Şoreş Heleb ji ber qezayê şehîd bû

YPG'ê ragihand, şervanê wan ê bi navê Şoreş Heleb li Helebê ji ber qezayê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê bi navê Şoreş Heleb dema ku li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bû, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

"22'ê Gulanê hevrêyê me Şoreş Heleb dema li ser erka xwe bû di encema qezayê de şehîd bû.

Hevrê Şoreş li bajarê Helebê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû û di temenê ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Di demekê de ku li ser Bakurê Suriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê êrîşên xurt pêk dihatin tevlî nava refên têkoşîna me bû. Hevrê Şoreş, ji dil nêzî hemû erkên xwe bû û di demeke kurt de di hunera şer şareza bû û bû şervanekî pispor.

Em di şexsê hevrê Şoreş de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Şoreş Heleb

Nav û paşnav: Reşît Ehmed Hisên

Navê dayikê: Meryem

Navê bav: Ehmed

Cihê ji dayikbûnê: Heleb

Dîroka şehadetê: 22'ê Gulana 2019'an