‘Ji bo azadiya Ocalan wê çalakiyên me bidomin’

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li herêma Cizîrê diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Kurdistan û derveyî welat dawî li çalakiyên xwe anîbûn. Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê jî çalakgeran dawî li çalakiya xwe anîn.

Hevseroka Şaredariya Girkê Legê Mûna Nasir ku ji Ereb e ji ajansa me re axivî û got; “Me bi pêşengiya Leyla Guven dest bi çalakiya girava birçîbûnê kir û me bi vê çalakiyê xwe me ji cîhanê re ragihand ku hemû pêkhate azadiya Abdullah Ocalan dixwaze.”

Endama rêveberiya dibistana a bajarokê Girkê Legê jî axivî û wiha got; “Wê roj bi roj berxwedana me bilind bibe. Ji bo azadiya Rêber Apo çi pêwîst be em ê bikin.”

Herî dawî mamoste Suha Bereket jî diyar kir heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.