Şehîdê QSD‘ê Feysel li Girê Spî spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Feysel Ewad (Salih Ewad) ê ku li navçeya Eyn Îsayê dema li ser erka xwe bû şehîd bibû bi merasîmekê li Girê Spî spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD‘ê Feysel Ewad (Salih Ewad) ê ku di 25‘ê Gulanê de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bibû, ji nexweşxaneya leşkerî wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhozayê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hat lidarxistin.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Mihemed û Fermandarên QSD‘ê Erdal Girê Spî axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola şehîdan a rizarkirina gelan ji zilm û koletiyê destnîşan kirin. Kesên axivîn soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Nasnameya şehîd hate xwend û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyên şehîd bi dirûşman spartin axê.