Li Îdlîbê şer gurtir dibe

Li bakurê rojavayê Sûriyeyê li dijî komên çeteyan ên girêdayî El Nûsrayê yên ku Enqere piştgiriya wan dike, operasyonên hewayî tên kirin. Li bejahiyê jî şer didome.

Li herêma Îdlîbê ya ku di bin dagirkeriya Heyet Tahrîr El Şam e û li hin qadên Hama, Helep û Lazkiyeyê ji serê Nîsanê ve şer zêdetir bûye.

Roja pêncşemê hêzên hewayî yên Sûriyeyê li bakurê Îdlîbê sê cih bomberdûman kirin. Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê herî kêm 5 kesên sivîl mirine. Mala Çavdêriyê diyar kir ku di şerê roja Çarşemê de jî herî kêm 23 kesên sivîl mirine.

El Nûsra û komên girêdayî wê jî êrîşî Kefer Nabûdayê dikin. Li gorî Mala Çavdêriyê di van şeran de jî 11 jê çete, 15 şervan mirine.  Hate diyarkirin ku li herêma Kefer Nabûdayê di şer de herî kêm 100 ‘şervan’ mirine.

Hêzên rejîma Sûriyeyê xwestibin ku di 8’ê Gulanê de Kefer Nabûdayê têxin bin kontrola xwe lê çeteyan roja Çarşemê beşeke zêde ya vî bajarî stendibûn.

Îdlîb û derdora wê li gorî çarçoveya peymana di Îlona 2018’an de ya di navbera Enqere û Moskovayê  ‘herêmên bêşer’ hatibû îlankirin.

Peyman piçekî be jî hatibe pêkanîn jî El Nûsra nexwestibû ji herêma tampon xwe vekişîne. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji dawiya meha Nîsanê û vir ve herî kêm 200 hezar kes ji ber şer, ji warên xwe derketine.