HRE: Li Şera û Babê 5 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan de, 27’ê Gulanê li Şera û Babê de 5 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li Şera û Babê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’yê got; “Di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî de, yên li himberî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê  li herema Efrîn û derdora wê, hêzên me bi du çalakiyên cûda li navçeya Şera û herêma Babê çeteyên dewleta dagirker a Tirk kirin armanc. Bi vê çarçoveyê;

Roja 27 Gulanê de, hêzên me bi çalakiyekî neqteyeke çeteyên bi navê El Cebhe El Şamiyê li gundê Vêlat El Qadî yê girêdayî navçeya Şera kirin armanc, di encamê de 2 çete hatin kuştin û 1 jî birîndar bû.

Heman rojê, hêzên me bi çalakiyeke sabotajê erebeyeke leşkerî ya çeteyên Ehrar El Şam li gundê Hizwan yê girêdayî herema Babê kirin armanc, di encamê de erebe hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Nasnameyên du ji çeteyên hatin kuştin wiha ye: Elî Eyob û Ridiwan Şobek, yê çeteyê birîndar jî Mistefa Xemîs e.”