Şehîd Xelîl bi merasîmekê li Minbicê spartin axê

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Mibicê Xelîl El Tofan ê rojên borî ji ber rawestîna dil şehîd bibû, li Şehîdgeha Şehîdan a Minbicê bi merasîmekê spartin axê.

Welatiyên Minbicê ji bo merasma şehîdê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl El Tofan ê 22’yê Gulanê ji ber rawestîna dil şehîd bibû, bigirin li pêşiya Nexwexaneya Firatê hatin ba hev. Girseya gel piştî ku cenaze girtin, ber bi Şehîdgeha Şehîdan a Minbicê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Seyîd Qûbê sersaxî jî malbata şehîd re xwest û got: “Em soz didin şervanên xwe em ê vê axa ku bi xwîna xwe azad kirine biparêzin, li dijî yên dixwazin destekeftiyên bi şehîdan hatine bidestxistin tinebikin jî şer bikin.”

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna El Dahir jî axivî û ewlekariya herêmê bi saya şehîdan pêk hatiye îfade kir.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sivîl a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo yê ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwestin, şehîdên azadiyê bibîr anîn.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi spartina axê ya cenazeyê şehîd re bi dawî bû.