Peyva 'Efrînê' li ser zimanê zarokên şehîdan ên Efrînê kêm nabe

Komîteya piştgiriya psîkolojîk bi alîkariya malbatên şehîdan a herêma Efrînê, ji bo rûyê zarokan bikenîne şahiyek pêk anî.

Ji bo zarokên penaber ji psîkolojiya şer û kuştinê derkevin Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D), Saziya Kar û Barên Civakî û Heyva Sor a Kurd Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk ava kiribûn. Ew komîte li ser perwerdekirina dayîk û zarokan disekine.

Komîteyê her çû karê xwe berfirehtir kir ku li gund û kampên Şehbayê û navçeya Şêrewa  şahî, şano û çalakiyên pêk anî.

Doh jî li navçeya Ehdas a Şehbayê bi alîkariya malbatên Şehîdan şahiyek ji bo zarokên şehîdan pêk anî.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Encêle Reşo li şahiyê axivî û got: "Em ê hewl bidin bi hemû hêzên xwe kar bikin, nifşeke azad biafirînin  û em ji cîhanê re teqez bikin ku ger bi zarokên Efrînê jî ma be wê Efrînê rizgar bibe."

Di şahiyê de zarok stran û helbest gotin, li kêlekê wê jî şanoya Şaho û Şeblê hate pêşkêşkirin.

Zarokên  tevlî şahiyê bûne ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin  ku pir kêfxweş bûn û bi hêvî ne ku vegerin Efrînê.

Keça Şehîd Ebdo, Narîn Ebdo axivî û  ragihand, ku ew pir kêfxweş e ji ber ku xwesteke berxwedêrên grveva birçîbûnê bi cih hat û spasiya komîteya piştgiriya pisîkolojk kir.

Zarokên bi navê Hisên Omer, Evîn Ehmed, Mewlîde Hesen, Sîlvana Memo, Kemîliye Henen û Sadîqa Hesen axivîn û diyar kirin, ku ew kêfxweş in ji ber şahiyeke wiha û ji bo vegera li Efrînê jî bi hêvî ne.

Di wê şahiyê de endama rêveberiya Kongra Star Hediye Yûsiv jî amade bû. Yûsif  ji ANF’ê axivî û got: "Şahiya ku ji bo zarokên Şehîdan çêbûye bi rastî gavekî baş e ji bo alîkariyê bidin derûniya zarokan. Belkî  em nikarin şûna bavê wan zarokan dagirin lê bi kêmahî û bi hatina cejna piştî Remazanê em dikarin rûkeniyê li ser rûyê zarokan nîşan bidin. Bi rastî jî erka hemiyan e ku kêfxweşî li ser rûye zarokan û bi taybet li ser rûya zarokên Şehîdan berz bikin, em dikarin bêjin ku ev şahî gihîşte armanca xwe û hemû zarok kêfxweşin."

Di dawiyê de endama saziya malbata Şehîdan Sureya Hebeş axivî û teqez kir wê bi perwerdeyeke baş nifşeke tijî zanist, felsefe û exlaq ji zarokên şehîdan biafirînin.