Çalakiya Kongra Star a li Şehbayê bi dawî bû

Kongra Star, 16'ê Gulanê ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê û rojiya mirinê konê vedabû û îro çalakî bi dawî bû.

Kongra Star a herêma Efrînê, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li navçeya Ehdas a Şehbayê 16’ê Gulanê kon vedabûn. Çalakî îro jî bi tevlîbûna Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê dewam kir.

Çalakî, bi merasîma rêzgirtinê destpê kir û paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sureye Hebaş, bi navê malbatên Sibhan Reşîd û Endama Maclisa Malbatên Şehîdan a herêma Şehbayê Zekiyê Mihemed axivîn. Di axaftinan de berxwedana li dijî tecrîdê hate destnîşankirin û banga mezitirkirina berxwedanê hate kirin.

Her wiha di çalakiyê de dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên berxwedêrên greva birçîbûnê hate guhdarkirin.

Çalakî bi dirûşme, tilîlî û stranên berxwdanê bi dawî bû.