Li Efrînê çeteyên Tirk bihev ketin

Di şerê di navbera çeteyên Ehrar El Şerqiya û Ehrar El Şam a li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de sivîlekî Efrînê hate kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, di şerê di navbera çeteyên Ehrar El Şerqiya û Ehrar El Şam a li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de sivîlê bi navê Silêman Tobal ê ji Efrînê hate kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî endamê Ehrar El Şerqiyê Ebu Seqîr Tebqas ji aliyê çeteyên Ehrar El Şam ve hate girtin, çeteyên Ehrar El Şeqiyê li navenda navçeya Cindirêsê êrîşî nuqteya girêdayî ya çeteyên Ehrar El Şam kir û şer dinavbera herdu komên çeteyan de derket.