ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Serêkaniyê: Biratî bi ser ket, ne dijminatî
Serêkaniyê ku ji her pêkhateyên Sûriyeyê mirov lê ne, li dijî hewldanên tevlîhevî û dijminatiyê yên çeteyên Cephet El Nûsra, xwe ji nû ve ava kir. -
HRE: Li herêma Babê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama çalakiyeke wan de ya li Babê 2 çeteyên Tirk hatin kuştin. -
Hêzên rejîmê gihiştin Han Şeyhûnê
Hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlîbê gihiştin Han Şeyhûnê ya ku gelekî stratejîk e. -
TC şantaja Idlibê li DYE'yê dike, hingiv di devê Rûsyayê dike
Dewleta Tirk ku ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê dagir bike ''herêma ewle'' li ser DYE'yê ferz dike, bi lîstika ku nû li Idlibê danî gefê li DYE'yê dixwe, hingiv di devê Rûsyayê dike. -
Li Efrînê sûcê şer: 3 sivîlên din hatin revandin
Rejîma Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ya ku hatiye dagirkirin 3 sivîlên din revandin. -
Şervan Derwîş qala sê salên rizgarkirî yên Minbicê kir
Derwîş got, "Di nava sê salan de hevgirtinek di nava pêkhatiyên bajarê Minbicê de çêbûye. Piştî ku bajar ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin ku me bajar radestî meclîsa sivîl kir û heta niha jî karekî serketî dibe." -
Pentagon: Herêma ewle wê qonax bi qonax pêk bê
Pentagonê ragihand, peymana 'Herêma ewle' ya bi dewleta Tirk re hatiye amadekirin wê 'qonax bi qonax' pêk bê û gava destpêkê ya ji bo vê jî wê bi lez bê avêtin. -
QSD’ê têkildarî ‘Herêma Ewle’ daxuyanî da
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku têkildarî mijara “Herêma Ewle” bi dewleta Tirk re nerasterast hevdîtin kirine û got divê hemû sînor bixin nava herêma ewle de. -
HRE: Li Şehbayê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li derdora Şehbayê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Piştî Nûsra û DAÎŞ'ê niha jî Tirkiye gefê lê dixwe: Serêkaniyê
Ne çeteyên Cephet El Nûsra û El Qaîdeyê, ne jî çeteyên DAÎŞ'ê li Serêkaniyê bi ser ketin. Di encama têkoşîneke mezin de Serêkaniyê hate rizgarkirin. Piştî çeteyan niha jî dewleta Tirk gefê li Serêkaniyê dixwe. -
YPJ: Minbic bi yekitiya gelê Kurd û Ereb hate rizgarkirin
YPJ’ê diyar kir ku Minbic bi keda bi sedan şehîdan û yekitiya gelên Kurd û Ereb hate rizgarkirin. -
Endamên HPC-Jin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) diyar kirin, aştî jî hebe êrîş jî hebe ew her tim amade ne xaka xwe biparêzin. -
Şehîdê polîsê trafîkê Yûsif bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê polîsê trafîkê Ismaîl Yûsif ê di encama teqîna mayînekê de li Reqayê şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
YPG: Hucreyekî DAÎŞ’ê hate bê bandorkirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanên wan li navbera Hesekê û Dêra Zorê li dijî hucreyekî DAÎŞ’ê ku amadekariya êrîşekê dikirin, operasyon lidarxistine. YPG’ê got hucreya DAÎŞ’ê hate bê bandokirin. -
HRE: Di nava 10 rojan de 72 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya şer û çalakiyên 10 rojan eşkere kir. HRE’yê got di nava 10 rojan de 10 jê leşkerên Tirk 62 çete bi giştî 72 dagirker hatine kuştin. -
Rejîm li Îdlibê bi pêş ve diçe, bi dehan kes mirin
Hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlibê ku li bakur rojavayê Sûriyeyê ye bi pêş ve diçe. Cara yekemîn e ku bajarokekî stratejîk kontrol kir û ber bi Han Şeyhûnê ve bi pêş ve diçe. Di şerê Yekşemê de herî kêm 61 kes mirin. -
Malbatên şehîdan: Em naxwazin Erdogan li ser xaka xwe bibînin
Malbatên şehîdan ku ji bo avabûn û parastina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dan, diyar kirin ku ew naxwazin rejîma Tirk li xaka wan bin. -
HRE: Li Şêrawa 7 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan yên li navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrawa bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombeberan dike. -
Bi hezaran kes herikîn ser goristanan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes roja pêşî ya cejnê herikîn ser goristanan. -
Li Kobanê Kûtlar û Çalli hatin bibîranîn
Adil Yildirim û Ozkan Aslan ên ku li Dêrsimê di 10’ê Tîrmehê de şehîd bûbûn li Kobanê hatin bibîranîn. -
TEV-DEM: Bila cejn bibe wesîleya aştî û îstîkrarê
TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got “Careke din, di bin dagirkeriyê de gelê me cejnê pîroz dikin” û peyama têkoşîn, aştî û îstîkrarê da. -
Li Ezazê teqîn-NÛ BÛ
Li Ezazê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye teqînek çêbû. Di teqînê de kesek mir 6 kes jî birîndar bû. -
Balafirên şer li ser Şêrawa digerin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser esmanên Şêrawa digerin. -
Mûslim: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe
Berdevkê PYD'ê Salih Mûslim, got, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîng in, rêya çareseriyê ya Rojhilata Navîn ji Îmraliyê derbas dibe.