Ciwanên ji Girê Spî: Em ê rê nedin dagirkeriyê

Ciwanên Ereb, Kurd û Ermen ên li Girê Spî diyar kirin ku wan li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amadekarî kirine û gotin, wê rê nedin dagirkeriyê.

Gefên dewleta Tirk ên di bin navê 'herêma ewle' de dixwaze Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û amadekariyên gelên herêmê yên li dijî êrîşeke gengaz didomin.

Li Girê Spî ku dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî li sînorê wê zêde kiriye, gelên herêmê bi rojane li binê kon çalakiya mertalên zindî dikin.

Ciwanên Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen ên li Girê Spî diyar dikin, ku wê dagirkeriya dewleta Tirk ti carî qebûl nekin û heta dawiyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Ciwanên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin ku Tirkiye dixwaze fitneyê bixe navbera gelan, bi vî rengî hin tiştan bi dest bixe, lê belê ew li dijî dagirkeriyê yekwicûd in.

EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERIYÊ

Ji ciwanên Ermen ên li Girê Spî Kokeb Merciyan bi bîr xist, beriya niha dema ku bajar ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin di serî de Ermen gelên herêmê êşên giran kişandin û ew nedikarî biçin dêrên xwe.

Merciyan got, "Beriya niha zilmeke mezin li me dihate kirin. Lê belê çend salên dawî em di nava aramiyê de ne. Niha dewleta Tirk gefa dagirkirinê li me dixwe. Em ti carî dagirkeriyê qebûl nakin û em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em ê rê nedin dagirkeriyê."

LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ EM YEKWICÛD IN

Jin a ciwan a Ereb a Girê Spî Nofe Hecî jî destnîşan kir ku li dijî dagirkeriyê wan bi her rengî amadekariyên xwe kirine û got, "Gelên herêmê li vê deverê li ber xwe didin. Erdogan dixwaze xaka me dagir bike, em jî li dijî vê yekê çalakiya mertalên zindî pêk tînin. Em ê rê nedin ku xaka me careke din bê dagirkirin. Di serî de jin em ê xaka xwe, namûs û bajarê xwe heta dawiyê biparêzin. Di serî de jin ên ciwan ciwan hemû li dijî dagirkeriyê amadekariyên xwe dikin. Em ê dagirkeriyê qebûl nekin. Tirkiye li vê deverê dixwaze fitneyê bixe navbera me û hin tiştan werbigire, lê belê em hemû li dijî dagirkeriyê yekwicûd in."

EM Ê DAGIRKERIYÊ QEBÛL NEKIN

Ciwanê Kurd ê ji Girê Spî Ferhan Mistefa diyar kir ku wê dagirkeriyê qebûl nekin û li dijî vê yekê li ber xwe bidin; "Dewleta Tirk ji bo dagirkirina xaka me li pey firsendê ye. Lê belê em dagirkeriyê qebûl nakin. Dewleta Tirk dixwaze di navbera gelên herêmê de şer derxîne û îradeya li vê deverê ji holê rake, dixwaze zîhniyeta xwe ya tekperest ferz bike. Lê belê bi navê ciwanên gelên herêmê em ê dagirkeriya dewleta Tirk ti carî qebûl nekin û heta dawiyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin."