Berhemên dîrokî yên ji Efrînê tên derxistin dişînin Tirkiyeyê

Dewleta Tirk a dagirker berhemên dîrokî yên ji Efrînê derdixîne dişîne Tirkiyeyê.

Çavkaniyên xwecihî yên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihandin, artêşa Tirk û çeteyên wê ji bo girên li gundê Birc Ebdalo bikolin amûrên kolandinê anîne.

Li gundê Birc Ebdalo ku devereke dîrokî û tûrîstîk e, gelek berhemên dîrokî û Şikefta Dodriyê ya ji serdema Roma hene.

Li gorî agahiyan, çeteyan berhemên dîrokî yên ji herêmê derxistine şandine Tirkiyeyê.

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete beriya niha li gelek herêmên dîrokî bi taybetî li Cindirêsê, Sendîka û Eyn Darê berhemên berhemên dîrokî talan kiribûn.