Operasyona QSD'ê li DAÎŞ'ê: 30 çete hatin girtin

QSD'ê li bejahiya Dêrazorê bi ser 21 cihên veşartî yên DAÎŞ'ê de girt. Di operasyonê de 30 endamên çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin  Yekîneyên Antî-Terorê yên QSD‘ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî li gundewarê Dêrazorê di çalakiyeke de girtin ser 21 bargehên şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê di encamê de 30 çete hatin girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Yekîneyên Antî-Teror yên girêdayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li herêma Dêrazorê li dijî DAÎŞ‘ê duh Duşemê derengiya şevê  girtin ser gelek bargehên DAÎŞ‘ê yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê.

Yekîneyên Antî-Terorli ser agahiyên îstîxbarî ku ji çavkaniyê meydanî girtine ku tevgera şaneyên veşartî yên girêdayê DAIŞ‘ê hene, 21 hedef li gundên Zîban, Şihêl, Zir û deverên li rojavayê Bisêrayê diyar kirin.

Li ser vê yekê Yekîneyên Antî-Terorê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî operasyon birine ser hedefên navborî. Operasyonên hemwext ji saet 1‘ê şevê dest pê kir û heta 4‘ê sibehê dom kir. Di encamê de 30 terorîstên DAÎŞ‘ê û kesên  guman ji wan tê birîn hatin girtin.

Di operasyonan de miqdarek çek û cebilxane ketin destê yekîneyê.

Çekên hatin desteserkirin: "1 çeka sûqastê, 3 klaşînkov, 3 demançe, demançeyek eyarkirî, 5 çercûr, çekek brno, cerçûreke brno, dûrbîneke sûqastê, 15 cercûrên klaşînkov, 3 telefonên destan, 1 zincîra çeka duktryov, 3 rextên klaşinkov, 2 rextên demançe, 2 rawterên înternêtê û 2 kelepçe."