Mayîn bi wesayîta mertalên zindî ve teqiya
Mayîn bi wesayîta çalakgerên mertalê zindî yên ku li ser xeta sînorê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di çalakiyê de bûn, teqiya. Di teqînê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Mayîn bi wesayîta çalakgerên mertalê zindî yên ku li ser xeta sînorê Kobanê li dijî dagirkeriya Tirk di çalakiyê de bûn, teqiya. Di teqînê de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin mayîna berê ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû danîn bi wesayîta çalakgerên mertalên zindî ve teqiya.
Di teqînê de endama Mala Jinan a Herêma Firatê Parêzer Eyşe Mûstafa Elî (45) û şifêrê wesayîtê Xalid Kemal Ehmed (28) mirin e.
Di teqînê de 5 çalakgerên din ên di wesayîtê de birîndar bûn.