Li Efrînê kesek hate revandin: 150 hezar dolar fîdye tê xwestin
Koma çeteyan a bi navê Tûgayên Sûltan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk li gundê Marsewa yê Şeraya Efrînê kesê bi navê Azad Mihemed Şêxo revand.
Koma çeteyan a bi navê Tûgayên Sûltan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk li gundê Marsewa yê Şeraya Efrînê kesê bi navê Azad Mihemed Şêxo revand.
Hate diyarkirin ku di 27’ê Tîrmehê de Şêxo hatiye revandin û ji malbata wî 150 hezar dolar fîdye hatiye xwestin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê di 20 rojên dawîn de li Efrînê 300 Kurd revandiye.