Li Serêkaniyê ji QSD û Koalîsyonê dewriyeyên hevpar

Îro Yekîneyên QSD û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li navçeya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê dewriyiyên hevpar kirin.

Ajansa nûçeyan a ANHA’yê ragihand ku îro li Serokaniyê QSD û Koalîsyona Navnetewî dewreyên hevpar geriyane.

Konvoya leşkerî li navenda navçeyê geriyan û piştre çûn gundên li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê.

Beriya niha 5 rojan Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi Fermandarê CENTCOM û Serfermandarê Navenda Hêzên Tifaqa Navnetewî Kanneth McKenzîe û Nûnerê DYE yê Koalîsyona Navnetewî Wîllîam Roûbeck re civiyabû û heman rojê Nûnerê Taybet ê DYE yê Sûriyeyê Jeffrey jî bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar le têkildarî ‘ewlehiya sînor’ civiyabû. Dema ev civîn pêk dihatin ji Serêkaniyê roketek li Ceylanpinarê (Serê Kanî) ketibû.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Kîno Gabriyêl têkildarî topa ku ji Sûriyeyê avêtine Serê Kaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Êvara roja Duşemê di 22‘ê Tîrmehê de topek ji aliyê kesên nenas ve ji hundirê Sûriyeyê bi aliyê bajaroka Serê Kaniyê hatiye avêtin, di encamê de hin sivîl birîndar bûne. Ev kiryara bi armanca santajkirinê ji aliyê kesên nenas ve hatin kirin ku dixwazin aloziyê biafirînin û ziyanê bigihînin herêmê.”

Têkildarî mijarê gelek analîst û ajansan bûyer nirxandin û gotina Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ku sala 2014’an gotibû; “Eger pêwîst be ez ê 4 zilaman bişînim Sûriyeyê. 8 moşekan bavêjim Tirkiyeyê û hinceta şer çêbikim” balkêş bû.