Li Dêra Zorê operasyona li dijî hucreya DAÎŞ'ê

Li gundê Ebû Hemamê yê Dêra Zorê, hêzên QSD'ê li dijî hucreya çeteyên DAÎŞ'ê operasyonek pêk anîn. Di operasyonê de 20 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya ku di malpera înternetê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hate weşandin, li gundê Ebû Hemamê yê Dêra Zorê li dijî hucreyeke DAÎŞ'ê bi beşdariya 600 şervanên QSD'ê operasyonek hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama operasyonê de 20 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. Her wiha 8 topên RPG, 7 hezar û 500 guleyên klaşînkov, bombeyên destan, telefonên betel û yên destan ketin destê şervanan.

Hate ragihandin ku di operasyonê de çeteyî êrîşî şervanên QSD'ê kirin û di şer de çete hate kuştin.

Li gorî malpera QSD'ê ev hucreya DAÎŞ'ê ji êrîşên li bazara herêmî ya li gund ku di 7‘ê Tîrmehê de pêk hatibû û di encamê de 7 zarok bûne qurbanî, berpirsyar e.