Şehîdê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef veşartin
Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef (Ebû Mehmûd) ê dema li ser erka xwe di encama krîza dil de şehîd bbbû, bi merasîmekê veşartin.
Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef (Ebû Mehmûd) ê dema li ser erka xwe di encama krîza dil de şehîd bbbû, bi merasîmekê veşartin.
Bi tevlîbûna sedan welatî yên herêma Tebeqayê cenazeyê şervanê QSD‘ê Ebdulmecîd El-Xelef (Ebû Mehmûd) ê dema li ser erka xwe di encama krîza dil de şehîd bbbû, ji ber nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî endamê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Seqir El-Mihemed, Hevserokê Komîteya Aborî ya Tebqayê Ehmed El-Silêman û endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Reşa Taha axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî dan.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.