Li Efrînê li gundekê bi dehan kes hatin revandin

Dewleta Tirk û çeteyên xwe li gundekî yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê bi dehan sivîl revandin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, çeteyên Enqerê li gundê Elî Kera nêzîkî 20-30 kesên sivîl revandin. Ji kesên hatine revandin navê 6 kesî wiha ne: “Masud Abdurrahman Hisen, Xelîl Abdurrahman Hisen, Mihemed Xelîl Hisen, Mihemed Adnan Mihemed, Mihemed Reşin Hisen ve Cemîl Seyd Mihemed.

Kom çete ya bi navê Sûltan Mûrad Tugayi ya girêdahyî dewleta Tirk 27’ê Tîrmehê li gundê Marsewa ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê welatiyê bi navê Azad Mihemed Şêxo revandin. Hate ragihandin ji bo berdana Şêxo ji malbatê daxwaza 150 hezar dolar kirine.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê ya digir kiriye di nava 20 rojan de nêzî 300 kes revandine.