Li Kobanê çalakiya mertalên zindî didome

Çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê di roja 15’an de didome. Partiyên siyasî diçin serdana çalakgeran.

Piştî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gundên Qeremox û Ziyaretê yên Kobanê di 17’ê Tîrmehê de çalakiya mertalên zindî hatibû destpêkirin. Bi sedan kes tevlî çalakiyan bûn.

Çalakiya îro li gundê Qeremox ê Kobanê hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî çûn serdana çalakgeran.

Gel hate hemberî cihê ku dewleta Tirk amadekariyên leşkerî dike û zincîreya mirovan çêkirin û sloganên ‘Erdoganê qatil’ û ‘Bijî biratiya gelan’ berz kirin.