Li Girê Spî çalakiya gel a li dijî dagirkeriyê didome

Çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî li dijî gefên dagirkeriya dewleta Tirk di roja 12’an de didome.

Çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 12’an de didome. Îro bi sedan kesên ji herêmên Tebqa, Reqa, Dêra Zor, Minbic û Firatê beşdarî çalakiyê bûn.

‘DEWLETA TIRK KRÎZÊ KURTIR DIKE’

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Necah Mihemed, Hevseroka Meclîsa Zagonsa a Herêma Firatê Fewziyê Ebdî û Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliyê Kejwan di çalakiyê de axivîn. Qisekeran hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk red kirin û gotin Erdogan û partiya wê krîza li Sûriyeyê kurtir dikin. Li aliyê din hate gotin ku Erdogan dixwaze îstikrara li herêmê xira dike û zilmê li gel dike.

‘ÇALAKÎ WÊ BIDOME’

Jinan li dijî dagirkeriyê gotin wê li dijî dagirkeriyê têkoşîn û berxwedanê geştir bikin, kesên beşdarî çalakiyê bûyîn diyar kirin ku wê çalakiya wan bidome.