Hevdîtinên 'herêma ewle' sist in, gel jî li ber xwe didin

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrîş û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didome. Ji bo koalîsyonê jî karê sereke DAÎŞ e.

Rejîma Erdogan ku di siyaseta hundir û derve de xitimiye, ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike di bin navê 'herêma ewle' de dixwaze Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û bi vê armancê jî li pey wergirtina destûrê ye.

Rejîma Erdogan ji bo armanca xwe ya Mîsakî Mîllî hêzên xwe yên çekdar li sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî amadekariyên xwe li dijî êrîşeke gengaz dikin.

Gelên herêmê jî ku li dijî DAÎŞ'ê û komên çete yên mîna wê bi têkoşîneke mezin berdêlên giran dan li xeta sînor bi çalakiya mertalên zindî ji tevahiya dinyayê re radigihînin ku dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin.

HEVDÎTINÊN DI HEMAN DEMÊ DE

Li aliyê din li dijî gefên dagirkeriyê dîplomasiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî didome. Bi vî rengî hewl didin ku aramiya li herêmê biparêzin.

Hefteya derbasbûyî Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey dema ku li Enqereyê hevdîtin dikir, Fermandarê Hêzên Navendî yên DYE'yê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie jî li Eyn Îsa'yê bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir.

Ji bo 'herêma ewle' ya tê xwestin li sînorê Rojava bê avakirin demeke di navbera DYE, Tirkiye û Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de hevdîtinên neyekser didomin.

MESELEYA 'HERÊMA EWLE'

Tirkiye ferz dike ku herêm ji Dêrikê dest pê bike û heta pira Qereqozaxê bi 30 kîlometreyan berfireh be û di kontrola Tirkiyeyê de bimîne.

Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî destnîşan dike ku ew planeke wiha ya di kontola Tirkiyeyê de qebûl nakin û dixwazin herêm bi 5 kîlometreyan li sînor be, negihêje nava bajaran û di rewşeke wiha de dikarin hêzên YPG/YPJ'ê ji sînor vekişînin û dikarin radestî meclîsa leşkerî ya xwecihî bikin.

Her wiha qebûl dike ku ji çemê Firatê heta Dêrikê li herêma li derveyî bajaran nuqteyên çavdêriyê yên koalîsyonê dikarin bên avakirin û çavdêrên sivîl ên Tirkiyeyê jî dikarin di bin sîwana koalîsyonê de li van nuqteyan hebin.

Ji bo vê plana ku DYE û Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li hev kirine, Jeffrey demeke di navbera Tirkiye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de dîplomasiyê dike.

Gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Roja ku parçeyên destpêkê yên sîstema S-400 wergirt, hêzên xwe yên leşkerî li sînorê Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê zêde kir, bi vî rengî xwest çavtirsandinê bike.

DAXUYANIYÊN RAYEDARÊN TIRK

Piştî hevdîtinên Jeffrey ên hefteya derbasbûyî yên li Enqereyê ji Tirkiyeyê dengê cuda bilind bû. Piştî hevdîtina Jeffrey a bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar daxuyanî ji wezaretê hate ragihandin û hate gotin, "Li hev hate kirin ku ji bo karên hevpar ên ji bo avakirina herêma ewle ji sibe û pê ve bidomin."

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêşniyara dawî ya rêveberiya Washingtonê têrker nîne û got, "Êdî em nikarin sebir bikin. Di rewşeke berevajî de em ê ya pêwîst bi xwe bikin."

Di daxuyaniya 3 roj berê ya Erdogan de hate gotin, "Bi çi rengî dibe bila bibe em bi biryar in ku korîdora terorê ya li rojhilatê Firatê parçe parçe bikin."

ARMANCÊN MÎSAKÎ MÎLLÎ

Di çarçoveya armancên xwe yên Mîsakî Mîllî de gefên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina herêma ji Helebê heta Kerkûk û Mûsilê didomin.

Dewleta Tirk a ku Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn û Îdlib dagir kiriye, niha bi giranî li Şêxler, Girê Spî û Serêkaniyê yên li rojhilatê Firatê radiweste.

DU DEVERÊN KU BÛNE HEDEF

Dewleta Tirk dixwaze di ser Şêxler re xwe bigihîne pira Qereqozaxê ya ku berê Tirba Suleyman Şah lê bû û bi êrîşa dijî Girê Spî re herêmên Kobanê û Cizîrê ji hev qut bike û xwe bigihîne Reqayê.

Li dijî van êrîş û amadekariyên dagirkeriyê, gelên herêmê jî amadekariyan dikin. Li aliyekî bi çalakiya mertalên zindî hewl didin dengê xwe bigihînin dinyayê.

Konên mertalên zindî li gundên Ziyaretê û Qeremoxê yên li rojava û rojhilatê Kobanê û xeta sînor a Girê Spî hatine vedan. Her roj bi sedan kes ji herêmên cuda yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê serdana qadên çalakiyê dikin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan didin.

BI RÛSYAYÊ ŞANTAJÊ LI DYE'YÊ DIKE, BI PENABERAN JÎ ŞANTAJÊ LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ DIKE

Tirkiyeyê ku bi rengekî neyînî bersiv da pêşniyara DYE'yê, şantaja 'Ez ê berê xwe biguherînim, ez ê bi Rûsyayê re tevbigerim' li DYE û NATO'yê dike. Şantaja penaberan jî li welatên Ewropayê dike ku di nava koalîsyonê de ne. Tirkiye bi vî rengî dixwaze destê xwe xurt bike.

METIRSIYA DAÎŞ'Ê

Her wiha tê gotin, welatên di nava koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de ne, giraniyê didin ser zêdeyî 10 hezar DAÎŞ'iyên li girtîgehên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne û malbatên wan.

Welatên li nava koalîsyonê ku bi fikar in dema ku Tirkiyeyê êrîş kir wê DAÎŞ ji nû ve zindî bibe, ji ber vê yekê bi rengekî erênî nêzî plana Tirkiyeyê ya ji bo 30 kîlometreyî nabin. Lewma tê gotin, piştî helwesta Tirkiyeyê ji DYE'yê xwestine ku hevdîtinên der barê herêma ewle sist bike.