Mistefa: Hêzên navneteweyî bila li ser me bazarê nekin

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa ji hêzên navneteweyî xwest, ku li dijî gefên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û bes bazariyê li ser gelên herêmê bikin.

Hewldanên dewleta Tirk ên di bin navê 'herêma ewle' de dixwaze Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û çalakiyên mertalên zindî yên gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Li Girê Spî ku dewleta Tirk li hemberî wê leşker û çekên xwe zêde kiriye, gelên herêmê bi rojane kon vedane û çalakiya mertalên zindî dikin.

Li Girê Spî ku 15'ê Hezîrana 2015'an ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hate rizgarkirin, gelên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen bi rêveberiya hevpar bi rengekî demokratîk bajarê xwe bi rê ve dibin.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Girê Spî Sebrî Mistefa gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, wê dagirkeriyê bi ti awayî qebûl nekin.

'SEDEMA KRÎZA LI SÛRIYEYÊ DEWLETA TIRK E'

Mistefa balk kişand ser karakterê dagirkerî û mêtingeriyê ya dewleta Tirk û destnîşan kir, ji roja ku şerê Sûriyeyê dest pê kiriye û vir ve sedema herî mezin a ku Sûriye ketiye vê rewşê dewleta Tirk e.

Mistefa got, "Ji roja ku krîza Sûriyeyê dest pê kiriye û vir ve bi roleke neyînî tevdigere û bi her awayî destekê dide çeteyan. Dema ku DAÎŞ li vê derê bû sînorê wan heta dawiyê li DAÎŞ'ê vekirî bû û bi her awayî bazirganiya çekan, cebilxaneyan û çûn û hatina çeteyên DAÎŞ'ê dihatin kirin."

MÎNAKA EFRÎNÊ LI PÊŞ ÇAVAN E

Mistefa diyar kir, piştî ku bajar ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin wan sîstemeke demokratîk a ku xwe dispêre biratiya gelan li herêmê ava kirine û got, dewleta Tirk vê yekê weke gefekê li dijî xwe dibîne.

Mistefa got, "Dewleta Tirk çawa ku Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrîn û Îdlib dagir kir, dixwaze vê herêmê jî dagir bike û demografiya wê biguherîne. Mînaka Efrînê li pêş çavan e. Dinya dibîne ku li Efrînê çi dikin."

'DEWLETA TIRK ÇARESERIYA KRÎZA XWE DI ŞER DE DIBÎNE'

Mistefa ragihand, dewleta Tirk ji Helebê heta Şengal, Kerkûk û Mûsilê herêmê weke xaka xwe dibîne, dixwaze herêmê dagir bike û diyar kir, armanceke din ji gefên dagirkeriyê ew e ku li Tirkiyeyê krîzek heye. Mistefa got, "Dewleta Tirk li hundir û derve gelekî tengav bûye. Ji aliyê aborî, siyasî û polîtîkaya derve ve dewleta Tirk tengav bûye. Çareseriya vê jî di şer û dagirkeriyê de dibîne."

BÊDENGIYA LI PÊŞBERÎ GEFAN

Mistefa destnîşan kir, gelên herêmê gefên tên xwarin cidî dibînin, naxwazin aramiya ku piştî paqijkirina herêmê ji DAÎŞ'ê hate afirandin bê têkbirin.

Mistefa ragihand, koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê divê helwesta xwe diyar bike û li dijî gefên Tirkiyeyê bêdeng nemîne. Mistefa anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê dibe ku DAÎŞ'ê ji nû ve biafirîne.

'BAZARÊ LI SER ME NEKIN'

Mistefa diyar kir, dewletên mezin divê li ser wan hesaban nekin û got, "Me tevî koalîsyona dijî DAÎŞ'ê têkoşîn li dijî DAÎŞ'ê kir û ji aliyê leşkerî ve DAÎŞ têk bir. Lê belê dewleta Tirk niha gefan dixwe. Hêzên navneteweyî jî li pêşberî vê yekê bêdeng in. Her dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, lê belê em ji bo her kesî têkoşiyan. Ji ber vê yekê em ji wan hêvî dikin ku helwesta xwe diyar bikin, wezîfeya xwe ya exlaqî û wijdanî pêk bînin."

BIRYARDARIYA JI BO BERXWEDANÊ

Mistefa destnîşan kir ku gel wê destketî û xaka xwe biparêze û got, "Em, gelê Girê Spî di şerekî gengaz de em ê xwe û xaka xwe biparêzin. Ji bo vê jî em ê destûrê ji kesî nexwazin. Ev yek gotina me ya dawî ye."