Rejîma Tirk zeviyên çandiniyê ya Girê Spî di bin avê de hişt

Dewleta Tirk a dagirker qepaxên bendavê vekir, li Girê Spî 2 hezar hektar ên çandiniyê û bi sedan mal man di bin avê de.

Dewleta Tirk a dagirker qepaxên bendavê vekir. Ji ber zêdebûna ava çemê Celabê yê li Kantona Girê Spî re derbas dibe, jî bilind bûn û 2 hezar hektar ziviyên çandiniyê yên şêniyan di bin avê de ma.

Ji ber bilindbûna asta ava çem ziyan gihişt derdorî 300 malbatên malên wan li rex çem in.

Gelek caran dewleta Tirk qebaxên bendavê vedikin. Dema qepaxên bendavê tê vekirin ziyanek mezin digihêe zevî û malên li ber rexên avê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Têkildarî vê mijarê Pisporê Beşê berhamên avê di Gerînendeya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ya Kantona Girê Spî de endizyar Abdullah El-Xetab ê ji ANHA’yê re axivî got: "Ji destpêka ku gelê herêmê ji DAÎŞ‘ê rizgar bûye Tirkiyê dijminahiya gel dike, bi zanebûn rêjeya derbasbûna avê zêde dike ku bandoreke neyinî li cotkarên ku zeviyên li rex çem dike û di encamê de bi sedan hektar zevî û tevî malbatên welatiyan di bin avê de man."

El-Xetab da zanîn ku ji ber bilindbûna astê avê bi dirêjahiya 14 km ji zeviyên herêma di navbera Pira Şerîan heta gundê Zehla yê başûrê rojhilatê bajarê Girê Spî ziyan dîtin.

Welatiya bi navê Xatûn El-Hamadî ya ji gundê Zîbîqyayê ku av gihişt xaniyê wê jî got: "Tirkiyê ji nişkê ve av berda, avê giha nîva gund, ji ber wê derdora 45 hekar zeviyên me yên çandiniyê û mala me ma di bin avê de."

Cotkarê bi navê Hemadî El-Hemdo ji gundê Doganiya Sadiq e jî ev tişt got: "Ji ber bilindbûna asta avê em nikarin zeviyên xwe biçînin. Tirkiye sedema fetisandina aboriya herêmê ye."