Şêniyên Hesekê cangoriyên azadiyê spartin axê

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şehîd Mîrxas Kobanê û şehîd Hîşam Bobî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir kirin.

Bi hezaran şêniyan cenazeyên her du şehîdan Hîşam Bobî (Hîşam) endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li Dêrazorê şehîd bû û şehîd Berkel Hisî (Mîrxas Kobanê) şervanê YPG`ê ku di encama nexweşiyekê de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê destpêkê merasîmê leşkerî pêk hat û paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Hisên Ibrahîm axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd Mîrxas û Hîşam ji bo azadiya civakê û rûmeta wê şehîd bûn, bi şehîdbûna ji hemû pêkhateyan biratiya gelan di navbera şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hêztir dibe."

Bi navê meclisa leşkerî ya bajarê Hesekê, fermandarê meclisê Hisên Selmo da zanîn ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û ew ê di rêya wan de bimeşin û got: "Em hêzê ji civaka xwe digirin da ku em li pêşiya hemû dagirkeran bisekinin û soz didin malbatên şehîdan ku em ê rêya şehîdan bişopînin."

Paşê wesîqetên her du şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên cangoriyan hatin kirin.

Paşê birayê şehîd Hîşam Bobî, Omer Amed axivî û wiha got: "Bila hemû cîhan zanibe bi saya xwîna şehîdan em gihaştin vê pêvajoyê, em gavekê paşde naavêjin, em ê li pêşiya hemû êrîşan bisekinin."

Di nav tilîliyan de her du şehîd hatin oxirkirin.