Vaye dijminên daran ên li Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Efrînê sûcên şer dikin û xwezayê talan dikin. Li Mabetayê gundî hatin revandin, li Bilbilê dar hatin birîn.

Dewleta Tirk li Efrînê ku Adara 2018'an dagir kir, bi rêk û pêk êrîşî sivîlan û xwezayê dike.

Demografiyê diguherîne, êşkenceyê dike, sivîlan direvîne, dikuje, komkujiyan dike, paqijiya etnîkî dike, çavkaniyên debarê yên gel talan dike, dîrok û xwezayê wêran dike.

DIJMINÊN DARAN

Ji 26'ê Tîrmehê ve çete li gundê Gua yê navçeya Bilbilê ya Efrînê daran talan dikin. Dema ku çeteyan dar dibirîn dîmenên wan hatin kişandin. Dengek ji dîmen tê û dibêje, "Netirse, ew ji me ye, ew ji emniyeta Tirk e."

DARÊN ZEYTÛNÊ YÊN GUNDEKÎ HATIN ŞEWITANDIN

Êrîşa çeteyan a li dijî çavkaniyên debarê yên gel û talana xwezayê ne tenê birîna daran e. Bi taybetî bi rêk û pêk êrîşî darên zeytûnê dikin. Di 6'ê Tîrmehê de darên zeytûnê yên gundê Bîrîmcî yê navçeya Mabeta ya Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

LI GUNDÊ BASOFANÊ ZÊDEYÎ HEZAR DARÊN ZEYTÛNÊ BIRÎN

Êzidiyên li kampa Serdemê ya li herêma Şehbayê dimînin 20'ê Hezîranê daxuyaniyek dabûn çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundê wan dabûn. Li gorî daxuyaniyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Basofanê yê Êzidiyan zêdeyî hezar darên zeytûnê birîn.

LI ŞÊRAWAYÊ ZEVIYÊN JI 3 HEZAR HEKTARÎ ŞEWITANDIN

Dewleta Tirk û çeteyên wê di 28'ê Gulanê de li gundê Kurzelê yê navçeya Şêrawayê zevî şewitandin. Şewat piştre li zeviyên gundên Basile, Dermîşmîş, Sîxuneke, Bene, Aqibe, Kimare û Kobere jî belav bû. Her wiha bi hezaran darên çamê yên li gundê Sîxuneke jî şewitîn. Di encama vê şewatê de herî kêm 3 hezar hektar zevî li navçeya Şêrawayê şewitîn.

PAQIJIYA ETNÎKÎ

Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Ji 18'ê Adara 2018'an dema dagirkirinê û vir ve bi rêk û pêk sûcê şer li Efrînê tê kirin. Her roj mal û milkên gelê Efrînê tên desteserkirin, sivîl ji bo fîdyeyê tên revandin, êşkence li wan tê kirin, tên kuştin. Rejîma Tirk û çeteyên wê ji dawiya meha Hezîranê ve li Efrînê bi sedan sivîl revandine.

Herî dawî li gundê Mamîla yê navçeya Mabeta ya Efrînê di 27'ê Tîrmehê de gelek kes hatin revandin. Koma çete ya bi navê Sûltan Mûrat Kurdên bi navê Alî Beg Cafer, Îzat Kurdî û Nûrî Kurdî revand. Aqûbeta wan nayê zanîn. Fikar ji jiyana wan tê kirin.