HRE: Li Mareyê 6 terorîst hatin kuştin
HRE'yê ragihand, di 28'ê Tîrmehê de li Mareyê li dijî baregeh û stargeha çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 6 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.
HRE'yê ragihand, di 28'ê Tîrmehê de li Mareyê li dijî baregeh û stargeha çeteyan çalakiyek pêk hatiye û di encamê de 6 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku doh li bajarê Mare li dijî komên çete yên bi navên Ehrar El-Şam, Cebha El-Şamiyê û Alaya Duyemîn çalakiyek li dar xistine û di çalakiya wan de 6 çete ji her sê koman hatine kuştin.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
"Yekîneyên me li derdora bajarê Mareyê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin.
Di 28’ê Tîrmehê de hêzên me li hember çeperên hevbeş ên çeteyên bi navên Ehrar El-Şam, Cebha El-Şamiyê û Alaya Duyemîn çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de ji her sê komên çete 6 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn."