ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Til Rifatê ji bo zarokên ku hatine qetilkirin şîn hate danîn
Dewleta Tirk a dagirker li Til Rifatê ya li herêma Şehbayê di 2’ê Kanûnê de 10 kes qetil kiribû. Ji bo zarokên ku hatine qetilkirin şîn hate danîn. -
QSD: Dagirker êrişî Hesekê û Eyn Îsayê dikin
QSD'ê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ên li eniyên Hesekê û Eyn Îsayê dewam dikin. -
Êrişên dagirkeran ên li dijî gundê Arîdayê hatin têkbirin
Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete ji şeva Çarşemê ve êrişî gundê Arîda yê Girê Spî dike. Êrişên dagirkeran ji aliyê QSD'ê ve hatin têkbirin. Di encamê de dagirkerek hate kuştin. -
Dewleta Tirk gurçika ciwanê ji Dirbêsiyê dizî
Basil Mihemed Nezîr ê ji Sûriyeyê li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hate birîndarkirin û ji bo bê dermankirin ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Nezîr got, dema li nexweşxaneyê bû gurçika wî hatiye dizîn û bang li saziyên navneteweyî kir. -
Protestokirina qetlîama dewleta Tirk a li Til Rifatê dewam dike
Xelkê Heleb, Reqa, Tebqa û Dêra Zor ê daketin qadan, qetlîama dewleta Tirk a li Til Rifatê kirî protesto kirin. -
Nerazîbûnên xwendekaran a li dijî qetlîama zarokan a li Rojava didomin
Xwendekarên Rojava, êrîş û qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê protesto dikin. -
Xwendekarên Qamişlo qetlîama li Til Rifat protesto kirin
Xwendekarên Qamişlo qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê pêk anî, protesto kirin. -
Şehîdên qetlîama Til Rifetê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyên 10 sivîlên ku ji wan 8 zarok ên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifetê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
QSD’ê nasnameya 12 şehîdên Berxwedan Rûmetê eşkere kir
QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên QSD`ê û 5 şervanên YPJ`ê yên ku dem û cihên cuda di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
QSD'ê bîlançoya 24 saetan ragihand
QSD'ê got êrîşên dagirker û topavêtin didome. -
Dewleta Tirk hêzên leşkerî dişîne Eyn Îsa
Hate ragihandin ku dewleta Tirk çek, cebilxane û leşkeran dişîne herêma Eyn Îsayê û balafirên keşfê yên şer jî li herêmê digerin. -
HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 7 çete û leşker hatin kuştin
Hêzên HRE'yê li dijî komkujiya ku li Til Rifatê li dijî sivîlan hate kirin çalakiyên tolhildanê kirin. Di çalakiyan de 7 çete û leşker hatin kuştin. -
YPJ’ê 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anî -NÛ BÛ
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 5 şehîdên YPJ’ê yên Berxwedana Rûmetê bi bîr anî û diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan berxwedana xwe geştir bikin. -
Şehîdê Berxwedana Rûmetê veşartin
Şervanê QSD’ê Emced Ebdûlreza ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin. -
Xelkê Efrînê li dijî komkujiya li Til Rifatê daketin qadan
Xelkê Efrînê li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê li pêşiya navendeke leşkeri ya Rûsya ku li Şehbayê çalakiyek kirin. -
Gundên Til Rifat tên bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bêlûniyê û Eyndeqnê ya Til Rifatê dan ber topan. -
Rejîma Tirk li leşkerên Sûriyeyê da: leşkerek mir
Balafirên keşfê yên bê mirov ên bi çek (SÎHA) yên dewelata Tirk a dagirker yekîneyên artêşa Sûriyeyê kirin hedef û leşkerek kuşt. -
HRE’yê hevrêyên xwe yên şehîd Eynat Rojava û Ronî Cindirês bibîr anî
HRE’yê bi daxuaniyekê hevrêyên xwe Eynat Rojava û Ronî Cindirês ên dem û cihên cuda şehîd bûne bibîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest. -
QSD: Dewleta Tirk hewl da deriyek nû yê dagirkeriyê veke
QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker xwestin li aliye Amûdê deriyek nû veke, lê li ser bersivdayîna hêzên QSD’ê ev hewldan hate valaderxistin. -
Dewleta Tirk êrişî gundên Şerayê kir
Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li Şehbayê 10 sivîl ku 8 ji wan zarok bûn qetil kir, vê carê bombe li gundên navçeya Şera ya Efrînê barand. -
QSD: Dewleta Tirk ji 17'ê Cotmehê ve 68 sivîl qetil kir
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji 17'ê Cotmehê ve agirbestê binpê dike. Li gorî rapora QSD'ê 68 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm 42 caran bi balafirên şer ên bêmirov êriş kiriye. -
Malbatên şehîdan û jinên ji Dirbesiyê: Yekîtî serfirazî ye
Malbatên şehîdan û jinên ji Dirbesiyê YPJ silav kirin û gotin, "Em ji dewleta Tirk natirsin. Kurd wê bi hêz û yekîtiya xwe bi ser bikevin." -
Li Helebê ji ber hilweşîna avahiyekê 12 kes mirin
Li Helebê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê avahiyek hilweşiya. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Babê 5 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku li gundê Babê çalakî li dar xistine û di vê çalakiyê de herî kêm 5 dagirker hatine kuştin. -
Dewleta Tirk topan diavêje gundên Şêrawayê
Dewleta Tirk a dagirker top avête du gundên Şêrawayê.