Xwendekarên Qamişlo qetlîama li Til Rifat protesto kirin

Xwendekarên Qamişlo qetlîama dewleta Tirk a dagirker a li Til Rifatê pêk anî, protesto kirin.

Xwendekar û mamosteyên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya li Til Rifetê ku 10 sivîl di ji wan 8 zarok, meşek lidar xist.

Di meşê de endamên partiyên siyasî jî amade bûn.

Xwendekaran wêneyên qurbaniyên komkujiya Til Rifetê ku artêşa Tirk a dagirker pêk anî, pankartên "Xwîna zarokên me di qirika we de ye”, “Kanê rêxistinên mafên microvan”, “Kurd bangewazên aştiyê ne” û “Şehîdên me rûmeta me ne" hildan.

Meş ji pêşiya Çerxerêya Şehîd Rûbar li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo ber bi Dibistana Lîwa li taxa Siyahî û heta Stada Şehîdên 12`ê Adarê meşiyan û li kêleka Komseriya Koçberan li taxa siyahî rawestiya.

Li pêşiya komseriya koçberan daxuyaniyek bi navê Yekîtiya Xwendekaran û saziyên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê; Rêzan Hemo û bi zimanê erebî ji aliyê endama Komîteya Jinan di perwerdeyê de Henan Iniz ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Tiştê ku di 2`yê Kanûna 2019’an de li Til Rifetê pêk hat ku hezaran malbatên koçberan ji Efrînê lê dimînin, şermeke li ser rûyê mirovahiyê, ev kiryar di hemû zagon, olan û qanûnên mirovî de nayê qebûlkirin, ev yek bi biryara Erdogan ku pêk hat."

Bi navê yekîtiya xwendekar û saziyên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyê êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bêdengiya navneteweyî li beramberî tiştê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dikin, şermezar kir.”

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.