Li Helebê ji ber hilweşîna avahiyekê 12 kes mirin
Li Helebê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê avahiyek hilweşiya. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Helebê ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê avahiyek hilweşiya. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li herêma Xan Şokê rû da. Yek ji avahiyên ku ji ber şerê navxweyî xisar lê bû Duşemê ji ber barana dijwar rûxiya.
Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan ku zarok jî di nav de ne. Beriya niha hatibû ragihandin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê belê cenazeyên 6 kesên din ji bin xirbeyê avahiyê hatin derxistin.