Şehîdê Berxwedana Rûmetê veşartin

Şervanê QSD’ê Emced Ebdûlreza ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin.

Girseya gel cenazeya şervanê QSD`ê Emced Adulrezaq (Nûman) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi dehan erebeyên ku bi wêneyên şehîd ve hatibûn xemilandin, ber bi goristana Şehîd Dijwar ve çûn.

Li goristanê merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya şervanên QSD‘ê destpê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rewa Hisên sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê û şervanên di çeperên şer de li ber xwe didin re xwest.

Rewa got: "Dewleta faşîst dixwaze xaka me dagir bike û malên me talan bike. Şehîd pêşengên me yên manewî ne ne ji fedekariya wan baye em niha li seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rûmet û azadiyê nedijiyan."

Li ser navê hêzên leşkerî Ezîz Hesekê axivî û ev tişt anî ziman: "Îro hêzên me li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAÎŞ`ê û di oxira parastina neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a di navbera gelan de, efsaneyên qehremanî dinivîsîn.

Ezîz Hesekê wiha amaje kir: "Em hîn jî li dijî terorîstên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike li ber xwe didin û hewl didin wan dûrî herêmên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixin, da ku em li herêman pêk ve bi aramî bijîn. Em xwedanê xaka bi saya şehîdan hatine paqijkirin e.

Ezîz di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina armancên xwe da.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd Emced Abdulrezaq xwend û radestî malbatê kir. Her wiha nasnemayên şervanê QSD`ê Mihemed Efaf (Xîtab) û şervana YPJ`ê Şîlan Kawa ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşkere kirin.

Bi navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin, di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyek azad û demokratk hate dayîn.

Girse cenazeyê şehîd Emcel bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.