Protestokirina qetlîama dewleta Tirk a li Til Rifatê dewam dike

Xelkê Heleb, Reqa, Tebqa û Dêra Zor ê daketin qadan, qetlîama dewleta Tirk a li Til Rifatê kirî protesto kirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Heleb ên daketin qadan û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî berdewamkirina bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyan ji beşa taxa Şêx Meqsûd a Rojava ve dest bi meşê kirin û di nav kolanên taxê de meşiyan. Meş li nêzî Qada Şehîd Destîna ya li beşa Rojhilatê taxê rawestî û veguherî mîtîngê.

Şêniyan wêneyên qurbaniyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker, tevî pankertên ku bêdengiya navdewletî şermezar dikin hildan.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Sûad Hesen û berpirsê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê Mihemed Hecî axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin ku di vê pêvajoyê de mezinkirina asta têkoşênê gihandina dengê gelan ji qadên navdewletî re pêwîste bikevin liv û tevgerê.

Axaftvanan banga hevgirtin û yekrêziyê li hember dagirkeriye Tirk li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirian berxwedana gelan û hesabxwestina sûcdarên komkujiya Til Rifetê bi dawî bû.

REQA

Bi meşeke girseyî komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifatê hate kirin hate şermezarkirin. Meşa ku ji Çerxerêya Îtfayeyê destpê kir bi sedan kes tevlî bû. Di meşê de bê navber dirûşmên silavkirina berxwedanê hatin qîrkirin, dîsa pankart û dowîzên ku qetlîamê şermezar dikin û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Meş li Qada Serhildan vegeriya mîtîngekê. Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid axivî û bang kir ku divê demildest bêdendiya li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.

TEBQA

Li Tebqayê jî xwendekaran bi meşeke girseyî komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifatê şermezar kir. Meşa ji pêşiya avahiya Rêveberiya Jinê destpê kir, wêneyê zarokên ku şehîd bûne hatin hildan. Di meşe de bê navber dirûşmên ku qetlîamê şermezar dikin hatin qîrkirin. Meş li Çerxerêya Fûrqan vegeriya mîtîngekê.

Xewendekara bi navê Lona Mûsa ya li vir daxuyanî da, daxwaz kir ku hêzên navneteweyî dev jî bêdnegiya xwe berdin û zarokan biparêzin.

Li bajarokê Cuneiyê ya Tebqayê jî meşek pêk hat. Meşa girseyî ya li navenda bajarok pêk hat piştre jî di axaftinên hatin kirin de qetlîama li Til Rifatê hate şermezarkirin.

DÊRA ZOR

Li bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê bi pêşengtiya Meclîsa Gel ve meşek girseyî hate kirin. Meş ji pêşiya Saziya Çandiniyê destpê kir û alên QSD’ê pankartên qetlîamê şermezar dikin hatin hildan. Meş li ser rêya navendî ya bajar dewam kir, piştre jî daxuyaniyek hate dayîn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Hecînê Husên Selman daxuyanî da û diyar kir ku bêdengiya li dijî qetlîamê şemekî mezine.